Wêne:Tomas Oneborg/TT.

Amnesty dixwaze laşfiroşî qanûnî bibe

Rêxistina Amnesty ya li Swêdê rastî gelek lidijderketinan bûye ji ber pêşniyaza Amnesty International ya li London derbarê rakirina mohra tawanê li ser karê laşfiroşiyê û xizmetên cinsî, ev li gor Elisabeth Löfgren, berpirsa çapemenî li Amnesty ya swêdî.

-Elisabet Löfgren dibêje ku gelek kes deng ji xwe anîne û aciz û nearam in ji ber vê pêşniyazê. Me jî ji aliyê xwe ve ji wan re gotiye ku ne em biryara vê pêşniyazê didin, lê ew biryarê didin. Endamên me biryara pirsên mîna vê pirsê didin.

Ne tenê endamên Amnesty rexnegirên vê pêşniyazê ne. Çendîn rêxistinên jinan jî dijberî vê pêşniyazê derketine û wezîra wekheviyê Maria Arnholm derbarê vê biryarê dibêje ku yekcar nayê fêhmkirin.

Di vê pêşniyzê de tên gotên gotin ku biyasakirina laşfiroşiyê, rewşa laşfiroşan dê baştir bibe, tendirustiya wan, wekhevî , ewlekarî û entegrîteya şexsî jî.

Elisabeth Löfgren ji Amnesty ya swêdî dibêje ev tenê pêşniyazeke ya hemû beşên Amnesty di temamê cîhanê de dê derbarê wê nerîna xwe bêjin, biguherin yan jî yekcar rabikin.

Derbarê vê pirsê dê Amnesty di civîna xwe ya salene di dawiya buharê de biryarê li ser bidin. Löfgren dibêje ku wan ta nuha ti nerîn negotine derbarê vê pêşniyazê.

-Amnesty ti qayde ji bo vê yekê tune ne. Ev pêşniyazeke nû ye. Lê ya em zanin ku yên laşfiroş grupek berxeter in ji aliyê acizî û tund û tujiyê û destdirêjiyê ve û ev derbarê mafê wan yê tendirustiyê û lênerîna nexweşiyê ye. Löfgren dibêje em dixwazin binerin bê em çawa karin piştgîriya wan bikin û wê demê gelek rê û awa hene û ev e ya emê şîrove bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".