Karim Mitanda. Wêne: Privat.

Polîs ji ber dersînorkirina şaş tên tawanbarkirin

Polîsek ku sala par berpirsê derkirina Karim Mitanda yê 22 salî ji Swêdê bo Ugandayê bû, ji ber şaşî û şikandina qaydeyên karî tên tawanbarkirin, ev li gor ragihandinên kanala radyoya Swêdê P4 Kronoberg. Ev mêr dersînorê Swêdê bû herçend ku biryara keys û rewşa wî ji aliyê dezgeha koçê, Migrationsverklet ve nehatibû wergirtin.

Yê dozger dibêje ku polîs karê xwe bi rêkûpêk nekiriye û ne li gor qaydeyên hene kar kiriye, yê polîs baş kontrol nekiriye eger biryara dersînorkirina vî mêrî heye yan na. Polîsê ku nuha tên tawanbarkirin li beşê pirsên biryanyan li Växö kar dike.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".