Rojnamevan Dawit Isaak.

Rojnamevan Dawit Isaak hîna dijî

Dawit Isaak, rojnamevanê swêdî yê bi esilê xwe êrîtêrî ye û ev zêdî 12 salan li Êrîtêriyayê zindankirî ye, hîna dijî. Balyozê êrîtêrî yê li Israîlê, Tesfamariam Tekeste Debbas, vê yekê ji rojnameya Expressen re eşkere dike.

Li gor tiştê balyoz dibêje ku gelek gotin tên gotin lê ew, ango Dawit Isaak baş e, ji vê bêhtir yê balyoz nabêje. Rojnamevan Dawit Isaak ji meha nehan, september, 2001 de zindankirî ye. Zarok û hevjîna wî îro li Swêdê dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista