Wêne: Per Larsson/TT.

Lexbase ji ber hêrîşên çeteyên internetê tên girtin

Operatorê internetê Bahnhof malpera Lexbase ya rexnelêbûyî ku agahdariyên derbarê swêdiyên mehkûmbûyî bi pereyan dide, nuha digire. Piştî çendîn hêrîşên keleşên internetê, ango haker, biryara girtina vê malperê hate wergirtin. Yên hacker hewil dan agahî û şifreyên kiriyaran û agahiyên kirîna xizmetan peyda bikin.

Di heman de jî tên ragihandin ku yên haker jimareyên kesî, ango personnummer, navnîşan û hemwelatîbûn kesan peyda kirine, yên nuha bêpere û ji bo her kesî li ber dest in.

Di hindirê vê heftiyê de gelek agahiyên şaş ku di vê malperê belav bûne hatine raporkirin. Lexbase ya ji roja duşemê de vebû ta nuha tûşî gelek rexneyan bûye. Karmendê bilind yê dadê ta nuha 33 gilînameyan li dij malperê wergirtiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".