Cezeya kuştinê kare bibe miebed

Hikûmet dixwaze ku bêhtir kesên ku ji ber tawana kuştinê hatine tawanbarkirin bi cezeya sermedî, ango miebed mehkûm bibin. Li gor ragihandinên rojnameya Svenska Dagbladet, dê îro hikûmet biryarê li ser pêşniyazeke yasayî dide ya dibêje ku cezeya ji bo bûyerên kuştinê miebed e ”eger rewş û merc bi zehmet bin”.

Nimûneyên rewşên bizehmet kare ew be ku tawan baş û birêkûpêkî hatibe plankirin yan jî eger li ber çavên kesên nêzîk û malbata yê qurban bûbe. Ev guherîna yasa tên pêşniyazkirin ku ji yekê meha heftan ya vê salê de destpêbike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".