Bi hezaran cî ji bo penaberan pêwîst in

Hîna jî dora 6.600 cî di şaredariyan de kêm in da ku şaredarî karibin pêşwaziya penaberên mafê penaberiyê wergirtine bikin, ev li gor lêhûnerîneke rojnameya Dagens Samhälle. Astengiya herî mezin ew e ku dezgeha koçê, Migrationsverket, ji nuha ve gelek xaniyan ji bo penaxwazan kirê dike, xaniyên ku ji bo kesên mafê penaberiyê wergirtine pêwîst in.

Birêvebirê giştî yê dezgeha koçê Anders Danielsson her rexnedarê şaredariyan e û ji rojnameya Dagens Samhälle re dibêje planeke vê pirsê bi zanebûn tune ye.

Ji wan 25 şaredariyên herî mezin yê Swêdê, Södertälje, Gävle û Eskilstuna yên herî bêhtir penaber li ba xwe hewandine di navbera meha yekê û ya yanzdan de sala par.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".