Wêne: Fredrik Persson/Scanpix.

Veguhastinên kamyonan dê zêde bibin

Tên payin ku dê veguhastinên kamyonan di pêştir de bi hêz zêde bibin, ji ber ku lêçûnên veguhastinên rêyan kêmtir dibe û di heman demê de dê lêçûn û mesrefa şandina baran bi tirên û gemiyan buhatir bibe.

Hejmarên nû ji dezgeha trafîkê, ango ya çûnûhatinê, diyar dike ku di 2013 de veguhastinên rêdûr yên bi kamyonan di hindirê Swêdê de zêde bûbûn, di heman demê de jî veguhastina bar ya tirên û gemiyan kêmtir bûbû.

Henrik Sternberg, lêkolînerê veguhastinanê li zanîngeha Lund dibêje beriya hertiştî miaşên kêm yên şifêran hevrikiya bi hêz saz dike:

-Beşê herî mezin ew kamyonên li derveyê welat qeydkirî ne yên bi piraniya van veguhastinan rabûne, lê veguhastinên bi kamyonên swêdî jî erzantir e ji ber ku îro gelek şirketên veguhastinê şifêran bi rêya şirketên kirêkirina hêza karî ji welatên rojhilatê Ewrûpayê bikartînin.

Miaşê şifêrên ji welatên mîna Bulgariya û Romaniyayê bi dora 30 % kêmtir e danberhev bi şifêrên swêdî re.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".