Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Eletrîka prîvat jêbirîna bacê dide

Hat weşandin torsdag 30 januari 2014 kl 14.24

Ji bo zêdekirina berhemhênanê eletrîka kesik ango ya jîngehperêz hikûmet dixwaze rê ji bo kesên serbixwe û komeleyên xaniyên milkdar ku jêbirîna bacê werbigirin eger ew eletrîka kesik bi pîvaneke kêm berhem bînin.

Jêbirîna bacê kare herî zêde bi 18 000 kron be ji bo yê sela tavê li ser xaniyê xwe datîne yan jî sentraleke enerjiya bayî bi xwe bi cî deyne.

Bi vî awayî hikûmet dixwaze bêhtir kesên serbixwe û şirketan jî bikişîne hizra berhemhênan eletrîka mîkro, ya pîvan kêm, li gor wezîra enerjiyê Anna-karin Hatt:

-Em li Swêdê bi pêwîstiya eletrîka nûkirî ne, baş e ji bo sîstema enerjiyê ya swêdî lê hem bo serifkaran jî baş e. Bi vî awayî ew karin xwedan lêçûna eletrîka xwe kontrol bikin.

Îro ev pêşniyaz tên pêşkêşkirin û yasaya guherînê jî ji bo yekê meha heftan tên pêşniyazkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".