Wêne: Bertil Ericson/TT.

Kar dê ji bo biyaniyên nû li Swêdê biqezenc be

Biryareke nû rewşa biyaniyên nû hatine Swêdê baştir û biqezenc dike dema dest bi kar dikin. Hikûmet biryar daye ku biyaniyên nû hatine Swêdê û yên kar dikin dê di pêştir de temamê pereyên lêzêdekirina xwexwedankirinê, ya bi swêdî jê re dibêjin etableringstillägg û herweha lêzêdekirina xanî jî ji xwe re bihêlin û ne wekî îro ku ji wan bên birîn.

Hizra vê biryara nû ku karkirin bêhtir biqezenc û bifêde be ji wan re. Pereyên lêzêdekirinê yên Etableringstillägg ji wan re ye yên xwedî zarok in û zarokên wan bi wan re dijîn. Lêzêdekirina xanî, ango bostadstillägg, jî ji wan re ye yên bi serê xwe û bë zarok dijîn.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista