Pirraniya parsekên li Stockholmê ji Romanya ne. Wêne:Hasse Holmberg/TT.

Romanya dixwaze ji bo parsekan alîkariyê bike

"Alîkariya polîsî hewce nake"
5:52 min

Beriya heftiyekî ji Partiya Gel Lotta Edholm ku di şaredariya Stockholmê de endama birêvebirinê ye got divê Romanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê berpirsiyara hevwelatiyên xwe yên ku  li Stockholmê parsekiyê dikin bigire ser xwe. Vêga Romanya diyar dike ku ew ji bo alîkariya çareserkirinê amade ye.

Ji Partiya Gel Lotta Edholm dibêje ji bo çareserkirina kêşeya parsekiyê ya li Stockholmê divê Romanya berpirsiyariya xwe bi bîne. Li gora Edholm divê Romanya standarda jiyanê ya li welatê xwe bi pêş ve bixe da ku êdî hevwelatiyên Romanyayê jî zanibin ku ew dikarin debara xwe li welatê xwe bikin. Bi vî awayî ew ê hew li derveyî welatê xwe li çareseriya derbara xwe bigerin. Ango ew ê neyên û li Swêdê parsekiyê nekin. Ew dibêje ji bo pêk anîna vê mijarê divê Yekîtiya Ewropayê jî zorê bide Romanyayê.

Bi heftiyekê piştî van gotinên Lotta Edholm vêga derkete holê ku Romanya hê ji beriya Noelê ve diyar kiriye ku ew dixwaze li hemberî kêşeya parsekî û diziyê ya li Stockholmê alîkariya Swêdê bike.

Di tatîla Noelê de du polîsên romanyayî ji bo alîkariya hevpîşeyên xwe yên swêdî bikin li Stokcholmê bûn. Li gorî polîsê Stockholmê sedema vê yekê pêşî lê girtina diziyê bû ku bi pirranî ji aliyê kesên romanyayî ve tê kirin. Berî niha polîsê Romanya û yê Swêdê li hemberî çeteyên trafîkîngê hevkarî kiribûn ku bazirganiya mirovan dikin.

 Ji rêxistina polîsan ya Stockholmê Peter Enell diyar dike ku ev herdu polîsên romanyayî ji bo agahîdan û alîkariya çalak a li dijî dizên berîkan hatine Stockholmê. Ew dibêje ku ne parsekî, lê dizî sedema sereke ya hevkariya wan e.

Ji aliyê din ve ji Wezareta Karên Civakî pispora bêmaliyê Maria Boustedt Hedvall dibêje ku daxwaza alîkariyê ji aliye dewleta Romanyayê ve hatiye û Romanya bo ji holê rakirina dizî û parsekiyê li Stockholmê alîkariya çalak a polîsî pêşkeş dike. Hedvall dibêje herwiha ji bo çareserkirina van kêşeyan li ser diyalogeke di navbera daîreyên romanyayî û swêdî de tê sekinandin.

Di diyalogên balyozxaneya Swêdê ya li Bukreşê û daîreyên dewleta Romanyayê de tê dîtin ku fikra Romanya ew e ku hevkariya polîsî bi pêş ve bixe û ew dixwaze hejmareke bilind a polîsan bişîne Swêdê.

Balyozê Swêdê yê Bukreşê di raporekê de dide xuya kirin ka çawa şefa daîreya Yekîtiya Ewropayê ya Romanyayê Ioana Bivolaru hevkariya xwe ya bi Almanya re ji wan re ronî kiriye. Di çerçoveya vê hevkariyê de polîsên romanyayî li Almaya bi awayekî çalak xebitîne ango li nav bajaran bi polîsê alman re çûne û hatine. Li gorî Bivolaru piştî hevkariya wan a bi polîsê Almanyayê re kêşeya parsekiyê bi awayekî berbiçav kêm bûye. 

Balyozê Swêdê di bersiva xwe ya ji bo ve pêşniyarê de diyar dike ku parsekiya li Stockholmê kêşeyeke civakî ye û ew bawer nakin ku bi cih kirina polîsên romanyayî ya li Stockholmê dê alîkariya çareseriyê bike. Balyoz diyar dike ku diyalogeke di navbera herdu welatan de wê ji bo problemê çêtir be. Di çerçoveya vê diyalogê de ew dixwaze ku Romanya dê li ser sisê xalan bisekine.

- Divê Romanya întegrasyona hevwelatiyên xwe yên romanî ango qereçî bi pêş ve bixe.

- Swêd ê di mijara întegrasyonê de ji aliyê pisporan ve alîkariya Romanyayê bike.

- Ji bo çareserkirinên kêşeyên şexsî daîreyên swêdî û romanyayî dê hevkariyê bikin.

Diyar e ku di navbera herdu dewletan de diyalog û çalakiyên hevkariyê têne meşandin û ev hevkarî li ser mijarên cuda yên weke problemên integrasyonê yên li Romanyayê, parsekiya ku li Swêdê zêde dibe û dizên berîkan yên Swêdê ne. Ji Wezareta Karên Civakî Hedvall dibêje ku ev hevkariya li dijî sûckariyê pirr berfireh e. Ew diyar dike ku di çerçoveya vê hevkariyê de çend daîre bi hev re dixebitin.

Ji Polîsê Stockholmê Peter Enell dixwaze zelal bike sedema hatina herdu polîsên romanyayî ne tenê parsekiya ku li Stockholmê zêde dibe ye, lê ew bêhtir ji bo alîkarîkirina li dijî dizên berîkan hatine û divê parsekî dizî neyêne tevlî hev kirin.

Amadekar: Servet Şahîn

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".