Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
^Seroka partiya Navendê Annie Lööf. Wêne: Jonas Ekströmer/TT.

Piştgîriya ji bo partiya Navendê rekorkêm e

Partiya Navendê ya nuha karê civîna xwe ya rojên şaredariyan li Malmöyê dike tu carî wekî nuha hejmarên piştgîriyê yê wisa kêm ne anîye. Pîvanên herî dawî yên rojnameya Dagens Nyheter û şirketa Iposos diyar dikin ku partiya Navendê 3,1% anî ye.

Li gor rojnameya Dagens Nyheter  ev hejmar ya herî kêm e ji dema karê pîvankirinan beriya ji 35 salan ve destpêkir û di heman de piştgîriya ji bo partiya Çep bi hêz zêde dibe.

Seroka partiyê Annie Lööf zelal dike û dibêje partî herdem hejmarên kêm di dema navîn ya hilbijartinê de tîne û ber bi dema hilbijartinê de bi lez bilind dibin:

-Eger em dîrokî li partiya Navendê binerin em ê bibînin ku di dema navîn ya ber bi dema hilbijartinê de, em ne zêde zîrek in. Hejmarên piştgîriya me kêm in. Lê em karin bi lez zîrek bibin.

Di meha heştan, augustî, 2010 de me dora 4 % anî û di heftiyên dawîyê  ber bi dema hilbijartinê de me bi 2,5 hejmarên xwe zêde kir in.

Li hêla din hejmarên piştgîriya partiya Çep giheştine 9,1%. Diyare siyaseta partiyê ya derbarê pirsên qezenca di warê refahê de faktorê herî mezin ya pêşketina partiyê ye.

Di pîvanên rojnameya Dagens Nyheter de partiyên birjwa bi hev re 37 % anîn û yên sorûkesk 53 % anîn. Hejmarên piştgîriyê ji bo partiya Demokratên Swêdê daket 7,3 %.

  

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".