Wêne: August Bergkvist / SR.

Xaniyên biçûk ji bo xewndevanan pêşniyaz dibe

Di pêştir de yên xwendevan karin di xaniyên 16 metreçargoşe de bijîn. Di havînê de dezgeha ji bo plandanîna civakî û avahiyan, Boverket, pêşniyaz kir ku xaniyê xwendevanan kare dora 20 metreçargoşe be. Li gor rojnameya Hem och Hyra gelek alî gotin kare jî biçûktir be.

Nuha jî dezgeh xaniyên biçûktir ji bo xwendevan û ciwanan pêşniyaz dike. Li gor pêşniyaza dezgehê dê xaniyên xwendevanan di navbera 16 û 17 metreçargoşe bin.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista