Wêne: SR/Thomas Graf.

Bi sedan mêr xwestin cins ji 14 saliyekê bikirin

Dema kanala radyoya Swêdê, P4 Uppland, agahî û anonseke saxte li ser internetê bi navê keçeke 14 ku dixwaze xizmetên cins û seks difiroşe danî, bi sedan kes deng ji xwe anîn û dixwetin seks ji wê bikirin. Mêrek di emirê 40 salîyê de ji başûrê Swêdê xwest 7000 kron bide Emilie ya 14 salî ji bo ku temamê şevekê bi wî re derbas bike û bi wî re seks bike.

Wî 38 caran sms şand beriya ku bernameya nûçeyan ya Upplandsnytt peywendî bi wî re danîn. Mêrekî din di emirê 70 salîyê de deng ji xwe anî û got ku tiştekî bi heyecan e ku Emelie tenê 14 salî ye û ku ev balkêştirîn e ji hemû pêşkêşî û anonsên li ser internetê hene.

Eger mêrekî salmezin û giheştî peywendiyeke cinsî bi 14 saliyekê/kî re deyine wekî destdirêjiya cinsî hember zarokan hesab dibe. Ev anons ango agahîya saxte tenê di heftiyekê de li ser internetê mabû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".