Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal. Giftig rök sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Alla som befinner sig i området bör bege sig därifrån. Boende i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat idag kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Gefên ji tevgerên şidetxwaz yên islamî zêde dibin

Hat weşandin fredag 31 januari 2014 kl 15.10
Wezîra demokrasiyê Birgitta Ohlsson.Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Civaka swêdî û hem jî take kes tûşî gef û tehdîdên xurtir dibin ji aliyê tevgerên islamî yên hizra bikaranîna şidetê dikin. Ev gef beriya her tiştî derbarê wan kesên ku rûmeta dînê îslmanê şikandine, tên texmînkirin ku ev gef nuha bihêztirin ji ber sala hilbijartinê.

Ev yeka di lêkolîneke dewletî de tên gotin ku îro teslîmî wezîra demokrasiyê Birgitta Ohlsson bû. Li gor Ohlosson herçend gef û tehdîd di vê sala hilbijartinê de jî zêdetir dibe, polîs di amadeyîyeke baş de ye:

-Hem polîs û hem jî polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, baş amade ne. Ev cara yekem di welatê me de ku hem hilbijartina parlamana YE û hem jî ya parlamana Swêdê û şaredariyan di heman salê de li dar dikevin.

Bêgûman ev dê di jîngehên ekstremîst de bi bandor be û ji ber wê em divê bi çavekî cidî lê binerin.

Di vê raporê de tên nivîsîn ku Swêd êdî weke armanc û hedefeke xwestî ji aliyê tevgerên îslamî yên şidetxwaz ve tên dîtin.

Û li gor polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo, ev gef ji wan kesan tê yên ku li derveyê welat û beriya her tiştî li Sûrî mane ji bo beşdarbûna di şer de yan ji ber mebesta temrînên leşkerî. Bi kêmanî 75 kes, li gor vê raporê ji Swêdê bi vê mebestê berê xwe dane Sûriyê.

Li gor vê raporê hîna jî jîngehên serbixwe yên çep wekî gef û xeterê li ser civakên demokratîk tên dîtin, li gor yê lêkolînerê vê raporê, Doris Högne Rydheim.

Û li hêla din jîngeha hêza sipî di vê raporê de wekî gefeke hember take kesan di hate bi navkirin û ne hember kar û funksyonên civakê.

Beşê mezin ji nirxandinên vê raporê li ser nirxandinên polîsên ewlekariyê hatiye avakirin.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".