Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix.

Piştguhkirina taştê nexweşiyên dil û rehan çê dike

Zarokên ku taştê nexwin dikevin heman xetera ku yên salmezin û giheştî dikevinê ku tûşî nexweşiyên dil û rehan bibin dema xwarina serê sibehê nexwin û taştê piştguh bikin. Lêkolîneke nû ji zanîngeha Umeå vê yekê diyar dike. Di vê lêkolînê de hemû kesên sefa nehan li Luleå di sala 1981 de xilas kirin ragihandin bê çi serê sibehê dixwarin.

Piştî 27 salan wan kontroleke tendirustiyê çê kir. Ew yên taştê piştguhkirin bi 68 % bêhtir nîşan û sîmptomên bandora xirab li şekirê xwînê dikin hebûn, ya ku bi girêdaneke xurt e bi nexweşiyên dil û reh ango damaran ve ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista