Siyasetvanên Botkyrka ketibûne nava du agiran de. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio 2014-01-31

Şaredariya Botkyrka xwe ji duavê rizgar kir

Suryanî, asûrî û tirkên Botkyrka
9:47 min

Suryanî û asûriyan dixwestin şaredariya Botkyrka ji bo bîranîna fermana fileyan bi awayekî resmî nîşaneke bîranînê deyne. Hin komele û kesayetên tirkan nerazîbûneke tund nîşan didan û şaredarî ketibû nava du agiran de. Lê di dawiyê de şaredariyê biryareke bi wî rengî da ku herdu alî jî nîvrazî kirin.

Duh êvarê şaredariya Botkyrka ya li başûrê Stockholmê li hev civiyabû da ku biryarekê bide bê nîşaneke bîranîne ya komkujiya xiristiyanên li Tirkiyê -ku bi kurdî bêhtir jê re dibêjin fermana fileyan- bê avakirin yan na.

Siyasetmedar li hundirê şaredariyê li hev civiyabûn. Li derve jî du xwepêşandan hebûn. Yek ji bo destekdana avakirinê û yek li hemberî avakirinê. Mikael Dano xwendevanekî asûrî ye û ew ji bo destekdana avakirina nîşanekê hatiye vira. Ew bi xwe ku li Swêdê ji dayik bûye lê dêûbavên wî ji derdora Midyadê hatine dibêje:

– Seyfo ango ferman ji nifşên berê derbasî yên nû dibe, ji bav û bapîran derbasî zarokan dibe. Ew birîneke vekirî ye û bi înkarkirinê hê jî xwê bi ser vê birînê de tê rijandin. Lewra eger cîyek nîşanek hebe em ê bikaribin biçin li wira kuştiyên xwe bibîr bînin, mûmekê pêxin, kulîlkekê deynin ser cîyê wan û li wan bifikirin.

Ciwanê tirk Fatih Yaşar dibêje terefê din îdia dike ku tirkan, yan dewleta Osmanî xiristiyan kuştine. Lê ev ne rast e. Eger em behsa qirkirina gelan bikin vê dawiyê ermeniyan tirkên azerbeycanê qelandin. Berya 800 salî dîsa ermeniyan tirk bi koman kuştin. Delîl û belge jî hene lê kes behsa vê yekê nake. Ez bi xwe nizanim çend tirk hatine kuştin lê Tirkî dikare îspat bike. Jineke di nav xwepêşanderên tirk de jî îlave dike û dibêje avakirina peykerekî wê bikaribe nefretê bike dilê zarokên me de.

Jens Sjöström yê ji partiya Sosyaldemokratan cîgirê şaredar e. Ew balê dikişîne ser tecrûbeyên şaredariya Botkyrka yên di pirsên bi vî rengî de û behsa meseleya avakirina mizgeftan, bangdana ji mizgeftan, xwarina helal û rojên cejn î îdên misilmanan dike. Lewra digel hest û daxwazên zitê hev û qerebalixa derve jî Sjöström dibêje wan li vê şaredariyê gelek dijwariyên bi vî rengî derbas kirine û ew bawer e ku dê heq ji vê pirsa dawî jî bi awayekî aram derkevin.

Piştî gotûbêjeke dirêj meclisa şaredariyê diçe dengdanê. Forma dawî ya pêşniyazê bi 54 dengan tê pejirandin. Hejmara dengên li hemberî pêşniyazê pêncin.

Derbarê biryara ku hate dayin de Jens Sjöström dibêje forma dawî ya pêşniyazê tê wateya ku beledî bi xwe wê nîşana bîranînê ava neke, lê eger hin komele, dezgeh yan kesayet bixwazibin di erda xwe de bi pereyên xwe wê avabikin şaredarî wê bi erênî lê binêre.

Bi vê biryara ku şaredariyê da herdu teref jî nîvrazî xuya dikin. Xwepêşanderê tirk Ihsan Kilic yek ji wan e ku dibêje eger hinek bi serê xwe vê çêbikin tu zerara vê nîne ji ber ku hingî ew ne resmî ye û dibêje ew naxwaze pereyên zekatê herine tiştên wiha re.

Serokê Navenda Seyfo Fehmi Barkarmo ji biryarê tam nerazî ye lê ew jî biryarê mîna nîvserkeftinekê dinirxîne.


BESIR KAVAK
Besir.Kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".