Wêne: Per Ydreskog/TT.

Kelebça lingan nayê bikaranîn

Kelebça lingan ya elektronîk, tevî ku bikaranîna wê di sala 2011’an de bû qanûn, hîna jî li hemberî mirovên ku qedexa têkîlîdanînê li ser wan heye nayê bikaranîn. Weke mînak li dijî zilamên ku li jinên xwe dane û ji ber vê ceza girtine. Kelebçeyên lingan gelekî bi derengî gihan Swêdê, dû sal piştî çêbûna qanûnê, sala 2013’an de.

Lê tevî vê yekê jî heta niha cezayê lêdana kelebça elektronîk li tu kesî nehatîye birrîn.

Ylva Evers li midûrîyeta gîştî ya polês dabêşnêra taybet e û ew dibêje qanûn bi awayeke wisa hatîye nivîsandin ku dê dadgeh nikaribin hûkmek kelebça linga bidin. 

– Li gorî hesabên me kîrîye dê salanê herî zêde sisê kes vê cezayê bigirin.

Lê ev kelebçe dê vê demsala buharê de jî nikaribin bêne bikaranîn ji ber ku pêwîst e teknîka wê were nûjenkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".