Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
KOMÎSYONA EWRÛPAYÊ

Pareyên ji kesên nenas qedexe bikin

Hat weşandin måndag 3 februari 2014 kl 10.29
Komîsera Yekîtîya Ewrûpayê ya swêdî Cecilia Malmström rapora li dijî bertîlxûrîyê diyar dike. Wêne: Geert Vanden Wijngaert/TT.

Swêd gerek e alìkarîya aborî ya ji bo partîyên sîyasî yên ji alîyê kesên xwe nadin nasandin ve tê kirin qedexe bike û çavdêrîya li ser bazirganîya navbera şaredarî û şîrketên prîvat de xûrttir bike . Armanca vê divê ew be ku rê li ber karên ne li rê û bertîlxûrîyê bigirin. Vê daxwazê Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê di raporeke xwe de ji Swêdê dike.

Rapor vê nîvroyê ji alîyê komîsera komîsyonê Cecilia Malmström ve tê aşkerekirin.

Li gorî raporê li Ewrûpayê salane 1000 milyar kron pare di karên ne li rê de dest digûherîne.

– Ev bi qasî butceya salekî ya Yekîtiya Ewrûpayê ye û 3 ji 4 kesên ewrûpî bi awayeke gelek cidî li dijî bertîlxûrîyê ne, dibêje Malmström.

Swêd ew welatê ewrûpî ye ku asta karên ne li rê lê herî kêm e, lê skandala bertîlan li parêzgeha Göteborgê nîşan jî dide ku ev tişt dikarin li Swêdê jî biqewimin.

Rapor ji Swêdê daxwaz dike ku fînansekirina partîyên sîyasî û hîbe û alîkarîyên ji bo wan bêtir were alenîkirin û komîsyona ewrûpî dibêje gereke wergirtina hîbe û parayên ji kesên anonîm bi temamî were qedexekirin.

Komîsyon her weha ji Swêdê daxwazê jî dike ku cezayê ji bo wan şîrketên swêdî yên li derveyê welêt bertîlê didin werine tund kirin. Heger karên ne li rê ji aliyê partnereke sêem jî hatibe kirib gereke ev şîrket dîsa ji hesabê bidin. Tê bawerkirin tedbîreke wisa dê karîbûya rê li ber karên ne di cîh de yên Telia Sonerayê yën li Uzbekîstanê bigire.

Welatên bertîl û karên ne li rê lê herî zêde ye Romanya, Bulgarîstan, Îtalya û Yûnanîstan in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".