Aurel och Aurora är romer i Sverige.
1 av 2
Du romaniyên li Swêdê. Foto: Glenn Möllergren/Sveriges Radio
Romska flaggan.
2 av 2
Romska flaggan.

Qereçî kî ne? Çima li cîhanê belav in?

Romanî û gerhokî
7:05 min

Dema behsa qirkirin û komkujiyên di şerê cîhanê yê duyem de tê kirin bi taybetî hizra mirov diçe ser bi mîlyonan cihûyên ku ji aliyê naziyan ve hatine kuştin.

Miletekî din ku di şerê cîhanê yê duyem de rastî qirkirin û zordariyên mezin hatiye û hê jî di rewşeke şepirze de ye romanî ango qereçî ye.

Veli Brijani hevkarekî me li Radyoya Navnetewî ya Swêdê beşê romanî dibêje:

– Li Almanya di dema naziyan de bê çawa nîşana cihûbûnê stêra Dawid bû, ya romaniyan jî tîpa Z û xeteke reş bû. Bi demê re gelek delîl û belge jî derketin holê ku di şerê cîhanê yê duyem de navbera 1-2 mîlyon romanî hatine kuştin û di sala 1982ê de Almanya bi resmî qebûl kir ku di dema naziyan de gelê romanî hatiye qirkirin.

Li Ewrûpa û nexasim li Almanya di sedsala 19-20ê de gelek mûseyî ango cihû di beşên cuda yên civakê de xwedî statuyeke bilind bûn. Ew bazirgan, sermayedar, hunermend û wêjevanên binavûdeng bûn. Rewşa romanî ango qereçiyan berovajî ya cihûyan bû. Piraniyê wan nexwende bûn di nav civakê de ne xwedanê statuyeke bilind bûn. Ji ber ku gelek ji wan karê destan dikirin pir digeriyan yê ku tişt û malê wî hebû jî piranî sermayeya xwe dida bi zêr û bi xwe ve dikir.

Îcar dema ku naziyan wek nimûne şîrketa yê cihû jê distand ew berbiçav bû dihate dîtin. Qeyd û belge ser navê xwediyê rasteqîn bû. Lê dema zêrên yê romanî jê hatine standin îspatkirina vê pir zehmet bû ji ber ku tu belgeyên nivîskî nebûn.

Lewra piştî şer jî gelekî dijwar bû mirov zerara ku li romaniyan hatibû kirin derxe holê û piraniya romaniyan heta îro jî tu caran tezmînatek wernegirtin.

Li ber dergehên sûk û metroyan em her roj pêrgî wan tên. Cilik yan gotîkek li ber wan û piraniya caran bi înstrumentekê ew li muzîkê dixin û li bendê ne ku xelk bi xêra xwe çend kronan bide wan.

Lê kî ne? Ji kû hatine û çawa li dinyayê ewqa belav bûne?

Gelê romanî bi eslê ji bakurê Hindistanê ne. Di navbera salên 900-1000 de ji derdora bajarê Karaçî ku îro di nav sînorên Pakîstanê de ye ew ber bi rojava ve koç dikin û îro ew li dinyayê  belawela ne. Herçend tu statîstîkên resmî nebin jî tê texmînkirin ku nifûsa wan derdorê 20 mîlyonan be û bi vî awayî ew kêmneteweya herî mezin ya Ewrûpa ne. Piraniya wan li rojhilatê Ewrûpa û Balkanan dijîn.

Ji ber vê belavbûna wan jî mirov nikare behsa komeke homojen bike. Cudahiyên di navbera wan de pir mezin in. Wek nimûne piraniya romaniyên ji Asya misilman in lê yên li Ewrûpa xiristiyan in.

Bi zimanê romanî zêde berhem nehatine nivîsandin û ew bêhtir maye zimanekî axavtinê. Ji ber van sedeman jî koka zimanê wan herçend yek be jî cudahiyên mezin di navbera wan de hene û behsa derdorê 60 zaravayên romanî têne kirin.

Lê di van salên dawî de zimanekî romanî yê navnetewî û  elîfbêyeke hevbeş ya romanî hatiye pejirandin. Kitêb û û karê çapemeniyê bi vî zimanî têne kirin û Veli Brijani dide zanîn ku ew li redaksiyona romanî ya  radyo jî vî zimanê hevbeş bi kar tînin û baş ji hev fam dikin.

Tê texmînkirin ku li Swêdê di navbera 50-100 hezar romanî hene. Di sala 2000 de gelê romanî yê li Swêdê bi fermî statuya kêmnetewetiyê stand û bi vê naskirinê re çand, wêje û zimanê romanîyan geş bû û rewş kete ser xeteke baş.

Brijani dibêje îro li Swêdê kitêbên romanî têne nivîsandin, perwerde tê dayin, radyo hene, kesên romanî dikevine nav komeleyan û sîyasetê de.

Lê dîsa jî hem li Swêdê hem jî welatên din gelek pêşhikmî li hember romaniyan hene. Wek nimûne bi kurdî gotina ”qereçî” pir caran wek dijûnekê, wek sixêfekê tê bikaranîn. Wek din jî bi gerhokî, parsektî, dizî û tawanan gelek caran qala romaniyan tê kirin, heta gotinên ku ev xisûsiyet beşek ji çand û kultura wan be tê behskirin. Brijani ku balê dikişîne ser hin adetên hevbeş yên romaniyan dibêje ev pêşhikmiyeke neheq û nerast e:

– Di kultura romaniyan de dizî tiştektî pir xerab e ku divê mirov xwe jê dûr bike. Di nav civata romanî bi xwe de ev kes gelek caran têne tecrît kirin û gelek malbat berdidin wan kesên xwe yên ku van tawanan dikin. Ji ber van pêşhikmiyan gelek romaniyên xwende û zana şerm dikin yan jî newêrin eşkere bikin ku ew qereçî ne.

Lê bêçaretî, feqîrî, bêmalî dike ku gelek romanî mecbûrê gerhoktî/parsektiyê dibin û ez bawerim çi insanê ku bikeve vê rewşa ewqas hejar de wê heman yekê bike.

BESIR KAVAK
Besir.Kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".