Hikûmet serberjêr ve diçe

Ferqa navbera bereyên sîyasî tu car ewqas mezin nebûye. Partîyên sorekes bi sedî 14 li pêş wan partîyê rastgir in, ku dido ji wan heger hilbijartin îro bihat li darxistin dê nikarîbûna ji benda ji sedî 4 ya ji bo ketina parlamentoyê re derbas bikin.

Ev encam binavcînîyekê ye ku ji alîyê Svensk Väljaropinion ve li ser bingehê lêkolînên raya gîştî yên cûda ku şîrketên Demoskop, Novus, Sifo, Skop och Ipsos çêkirine hatiye amede kirin.

Piştgirîya ji bo sorekeskan nêzî ji sedî 52 ye û ya ji bo bereya burjuwa ji sedî 35 û nîv e. Partîya demokratê Swêdê serîya sedî 9 werdigire lê nabe hêza mêzînî.

Profesorê sîyasetê li zaningeha Göteborgê Mikael Gilljam dibêje êdî bereya li ser hûkim nikare pêşveçûna serberjêr sererast bike.

– Wisa dihat bawerkirin ku partiyên hikûmetê bi nêzîkbûn hilbijartinan re pişta xwe rast bikin, lê wisa xuya ye ku her tişt bi dilê Sosyaldemokratan dimeşe. Ji ber vê yekê divê Stefan Löfven di demeke nêz de êdî aşkera bike ka dema hat ser kar ewê hikûmeteke çawa ava bike, dibêje Profesor Gilljam.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".