Nezaret ne ji bo cezakirinê ye

Komîsyona xebatê ya Serdozgerîya Swêdê pêşnîyaz dike ku êdî  li Swêdê tu girtîyek bi temamî neyê tecrît kirin. Her girtîyek gereke karibe rojane dido saat bi însanek re di têkilîyê de be. Ji ber vê yekê ew tundkirinên li nezaretê Swêdê jî têne rexnekirin.

Serdozger Agneta Isborn ji xebata komîsyonê re rêbertî kirîye û vê meselê wiha îzah dike.

ILL

Kesê di nezaretê de hêj hûkim nexwarî ye, ji ber vê yekê gereke girtina di nezaretê de were cezayek neyê pêkanîn. Armanca kirina nezaretê ne cezakirine, dibêje Agneta Isborn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".