Polês li Tenstayê li sisê şêlankeran digere. Wêne: Pontus Lindahl/TT(arşîv).

Li Tenstayê nêçîra şêlankeran

Îro saat 11 berya nîvro li taxa Tensta ya li bakûrê Stockholmê wesayîtek ku pare bar dike ji alîyê sisê kesên bi bivir ve hat şêlandin.

Wan şêlankeran spreyek çav dişewitîne bera ser-û-rûyê bekçîyek dan û bi çantekî tije pare ji cihê bûyerê bi meşê dûr ketin.

Li gorî agahîyên polês wergirtine her sisê zilam ketine nava avahîyek û jimarek polês li wê avahîyê lêgerînek pêk anîn lê heta dema weşana me jî kes nehatibû girtin.

Wesayîtek li nêzî bûyera şêlankarîyê şewitî hatîye dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".