Wêne: Stefan Ubbesen.

Borlänge tîpa bandy ya somalî pîroz kir

Tîpa netewî ya bandyê ya Somaliyayê duh êvarê di vegera ji şampîyonîya cîhanî ya li Rûsyayê de li bajarê Borlängeyê bi şahîyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Tîpa somalî, ku payîza derbasbûyî li Borlängeyê weke projeyeke entegrasyonê hatibû damezirandin, weke tîpa yekem ya afrîkî tevlî şampîyonîya li Ikutska Sîbaryayê bûbû û her çendî hemû maçên xwe wenda kiribû jî dîsa dido golan avêtibû.

Endamê rêvebirîya şaredarîya Borlängeyê yê sosyaldemokrat Jan Bohman dibêje tîpa bandyê ya somalî wêneyeke Borlängeyê daye cîhanê û ev tiştek bêhempa ye.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista