Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Nilla Fischer xelata homo ya salê ya QX Gaygala 2014 ya li Circus a Stockholmê wergirt. Janerik Henriksson/TT.

Galaya gay xelat da dû jinên serkeftî

Di galaya kesên gay ya duh êvarê de bal li ser dido stêrkên jin yên sporê bû. Leyîstikvana futbolê Nilla Fischer xelata salê ya homo/bi/trans wergirt û xwe-hilavêjera-bilind Emma Green Tregaro jî weke kesa hetero ya salê hat xuya kirin.

Emma Green Tregaro, bi ojekirina nênûkên xwe bi hemû rengên keskesorê, di atletîzma cîhanî ya li Moskovayê de bala qada navnetewî kişandibû ser xwe. Ojekirina nênûkan weke protestoyek li dijî qanûnên li dijî kesên gay yên li Rûsyayê bû.

Nilla Fischer jî di tîpa netewî ya futbolê de di çûndina fînala-nîvîn de roleke xurt leyîstibû.

Jonas Gardell jî, bi beşa dûem ya sê-romana ”Bêyî lepik hêstiran paqij neke” (Torka aldrig tårar utan handskar) xelata pirtûka herî baş ya salê wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".