Midûrê gîştî yê Vattenfallê, Øystein Løseth. Foto: Pontus Lundahl/ Scanpix

Vattenfallê 15 mîlyar zerarê kir

Şîrketa enerjîyê ya dewletî Vattenfall di sala 2013’an de zerarek zêdeyî 15 milyar kronî kir. Sala berya wê kara Vattenfallê serîya 18 milyar kronî bû, radighîne ajansa nûçeyan TT.

Lê, li kêleka encama xerab ya salê Vattenfallê di demsala dawî de karekî nêzî 2 mîlyar kronî kir.

Sebebê kêmbûna qezenca Vattenfallê kirîna şîrketa enerjîyê ya hollandî Nuon e, ku pişt re dîyar bûbû qîmeta wê ji buhaya hatîye kirîn gelekî nizimtir e.

Ji ber vê zerara mezin dê îsal pare li hîssedaran neyê belavkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".