Facebooka Zayele

Facebook 10 salî ye

Rojbûna Facebook
4:04 min

Facebook îro bûye besek ji jîyana bi mîlyonan însan. Em jê nerazî ne, jê aciz dibin lê dîsa jî wê bi kar tînin û gelek ji me rojekê bê wê derbas nakin.

Julia Skott dibêje:

– Ew bûye mîna xelek, alaveke ku herkes tê de ye û ji ber ku herkes di nav vê xelekê de ye mirov jî di nav de ye. Carê medyayên civakî bêhtir ji aliyê ciwanan ve dihatine bi kar anîn. Û dema ku ciwanan dev ji tiştekî berdidan gişt bi hev re diçûn. Lê salmezin ne wilo ne. Ew zû bi zû dev ji tiştan bernadin. Sireke din ya serkeftina Facebookê jî xwenûjenkirina wê ji aliyê teknîk ve ye.

Gelek medyayên civakî yên ku wextekî pir dihatine bi kar anîn îro ji holê rabûne. Lê herçend deh sal ser avakirina Facebookê re derbas bûne jî nirxê wê tu caran wek îro bilind nebûye. Wek nimûne li gor berya du salan hîseya Facebookê ji %60 bilindtir e.

Û mîna ku Skott jî behs kir Facebook îro ne tenê medyayeke civakî ye ku mirov bi malbat, nas û  hevalên xwe re dide û bistîne. Ew herwiha cîyê lîstik û çalakiyan, peyamdanîna gotarên rojnameyan, rojdank, salname û arşîva mirov ya dîmena ye. Yanî mirov niha wiha difikire; Me ewqas sermayeya xwe xistiye Facebookê de ku êdî eger em dev jê berdin em li zerarê ne.

Di Facebookê de gelek tiştên ku mirov aciz jî dikin hene. Wek nimûne anons û reklam, kesên ku tiştên ji bo mirov ne balkêş têxinê û hwd. Lewra gelek kes ji Facebookê aciz jî dibin. Lê dîsa jî em xwe neçar dibînin ku wê bi kar bînin.

--Em nikarin êdî tenê bi çavê civakeke medyayî li Facebookê binêrin. Ew bûye awayekî binesaziyê. Bê çawa em xwe ji metroyê, trafîkê nerazî dikin em bi heman rengî xwe ji Facebookê jî aciz dikin lê bi berdewamî wê bi kar tînin. Ji ber ku ew bûye beşek ji jiyana me. 

Di vê çerxa ku em tê de dijîn de tişt zû kevin dibin û têne ji bîra kirin. Gelek ji nifşên îro belkî qet navê Altavista, Lunarstorm, MIRC yan jî Viva Kurdistan nebihîstibin. Lê wextekî mode ew bûn.

Îcar gelo Facebook wê çiqasî bikaribe li ber xwe bide? Em ê piştî deh salên din jî beha Facebookê bikin?

– Ji bo ku hebûna Facebookê bikeve xeterê de tu tişt pêwist in. Yek eger ew şaşîtiyeke pir mezin û çewt bikin û di heman demê de toreke din ya mezin û hazir hebe ku ev bira însanan ya bêserî berê xwe bidine ya nû. Tiştekî wiha mezin jî zehmet xuya dike.

BESIR KAVAK
Besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".