CARL BILDT LI ÎRANÊ

Peymana nukleerî bikin daîmî

Wezîrê karê derve Carl Bildt di dûyemîn roja serdana xwe ya Îranê de îro li Tehranê bi hemkarê xwe Cewad Zerîf re civîneke çapemenîyê li darxist û li wir pirsa mafê mirovan anî rojevê. Carl Bildt dibêje ew hewl didin peymana berwext ya di derbarê enerjîya atomî de bibe peymaneke daîmî. Bi vî re dê rê ji bo gelek guhertinên din vebin, bi ya wî.

Carl Bildt got di derbarê pirsa mafê mirovan de fikrên wan û yên îranîyan ji hev cûda ye. Lê binxêz kir ku gelekî girîng e dîyaloga di vî derbarî de ya navbera Îran û Yekîtîya Ewrûpayê were kûr kirin.

Cewad Zerîf jî got ew dixwazin dîyalog rê li ber famkirina hev ya herdû alîyan veke û hîşyarîyek da ku pirsa mafê mirovan dikare ji hêla sîyasî ve were îstismarkirin.

Lê nermbûna têkiliyan hetanî niha tu guhertineke erênî ya ji bo mafên mirovan pêk neanîye.

Dema serokkomar Hesen Rûhanî nû hat ser kar hîn girtîyên sîyasî ji zindanê berdan, lê di şûna wê de gelek mirovên din di pêlên cûda yên girtinê de hatine avêtinê zindanên.

Carl Bildt berya civîna bi Cewad Zerîf re ji nûçegihanên Radyoya Swêdê re got ew nizane ka dê pêşkeftinek çêbe an na: 

– Pêvajoyek gelek hesas ya guhertinan birêve diçe û li pêş vê yekê hêzên gelekî xurt hene. Ji hêla din ve divê mirov çavlirê nebe ku dîyalogek wekî vê her tiştî di rojekê biguherîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".