258 zarok li Stockholmê bêmal in û li gerokxaneyan dijîn. Wêne: Peter Johansson SR.

Zarokên bêmal li gerokxaneyan bicîh dikin

Bêmalîtîya li Stockholmê Daîreya xizmetên civakî neçar dike ku bêtir û bêtir malbatên bi zarok li hotel û li malên gerokan bicîh bike.

Di nav şeş salên dawî de hejmara malbatên bi zarok ku li hotel û gerokxaneyan hatine bicîhkirin sêbare bûye, radighîne Radyoya Stockholmê.

Meha derbasbûyî bi tenê 258 zarok li Stockholmê bêmal bûn li hotel û gerokxaneyan diman.

Keça Mustafa Dagoglu ya pêncsalî dibêje ji ber ku her tim ji deverek bar dikin devereke din ew nikare bi lîstokên xwe re bilîze, ji ber ku ew her tim di nav kartonan de ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".