Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polês ne amadeyê pevçûnan bû

Hat weşandin onsdag 5 februari 2014 kl 13.32
Bûyerên li taxa Husby a Stockholmê li ser kuştina zilamekî ji aliyê polês ve rû dabû û li gelek taxên din yên Stockholm û Swêdê ku biyanî lê dijîn belav bûbû. Wêne: Johan Nilsson/TT.

Teşkîlata polês ya li rojavayê Stockholmê nirxandina xwe ya bûyerên pevçûnî yên sala çûyî li taxa Husbyê rû dabûn temam kir. Şefa polês Elisabeth Anestad ji rojnama Polistidningen re dibêje amadekarîya wan ya li beramberî berdewambûna pevçûnan têr nebû.

Demekê polês li çend herêman li hemberî şerkeran di rewşeke qels de bûn.

Bi ya sendîkayan lojîstîka polês tera xwe tune bû û gelek ji polêsan bêyî av û xwarin 10 saat wezîfe kirin.

Rapor li ser bingehê 30 hevpeyvînan hatîye amadekirin û weke belgeyek nehênî hatîye morkirin, radighîne ajansa nûçeyan TT.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".