Muxalefeta Sorekesk

Alîkarîya anonîm rawestînin

Partîyên sosyaldemokrat, kesk û çep bi armanca ji holê rakirina alîkarîya ji bo partiyên sîyasî ku kesên nenas dikin dê pêşniyaznameyek bidin parlamentoyê.

Partîyên muxalefetê dixwazin qanûn bê guhertin ku ew partîyên ji kesên anonîm, yanî nenas, alîkarî werdigirin nikaribin ji Komîsyona alîkarîya partîyên sîyasî ya parlamentoyê jî alîkarî wergirin.

Ev pêşniyazname li rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheterê hat nasandin.

Rêxistinên li dijî bertîlê yên navnetewî gelek caran sîstema swêdî ya dana alîkarîyên anonîm ji bo partîyan rexne kirine. Ji ber ku tê bawerkirin hîn kes bi dayîna pareyan dikarin bandorê li ser sîyasetê bikin.

Lê bi taybetî jî partîya Moderat di derbarê guhertina vê sîstemê de sist tev digere, ji ber ku ew yek ji wan partîyan e ku tê bawer kirin herî zêde alîkarî ji kesên xwe nadin nasandin werdigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".