Eric Holder li parlamentoyê behsa mafê homoseksûelan kir lê bi hemkara xwe re li ser pirsên teror û îstixbaratê mijûl bû. Wêne: Bertil Enevåg/TT.

Yekem car wezîrek edaletê yê amerîkî hat Swêdê

Wezîrê edaletê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Eric Holder di serdana xwe ya Swêdê de li salona dûyem ya parlamentoyê axaftinek 40 deqîqe dirêj kir.

Eric Holder pesnê tevgera hemwelatîyan ya Swêdê da û bangek xurt ji bo mafên kesên homoseksûel, bi û trans kirin. Wî bibîr jî anî ku Swêd weke welatê heftem yê cîhanê destûr daye homoseksuelan ku bizewicin.

Holder got ”Swêd û Amerîka herdû bi hev re ji bo nirx û pêşeroja însanîyetê berpirsîyarîyan digire.

Eric Holder her weha hevdîtinek jî bi hemkara xwe ya swêdî wezîra edaletê Beatrice Ask re pêk anî.

Lê piranîya beşên din yên wezîrê amerîkî nehênî ye û Holder hetanî niha bi rojnamevanan re jî hevdîtin pêk neanîye.

Beatrice Ask piştî hevdîtina xwe ya saetekî dirêj got ew û Eric Holder li ser têkoşîna li dijî terorîzmë û çavdêrîya sînyalan axivî ne.

FRA, Sazîya çavdêrîya sînyalên radyoyî ya Swêdê, ji ber hevkarîya xwe ya comerd ya bi rêxistina îstixbarî ya amerîkî NSAyê gelekî xurt hatîye rexne kirin.

Lê Beatrice Ask ji berna SR Studio Ett re dibêje van rexneyan li ser danûstendinên Swêd û Amerîkayê tu bandorek nekirîye:

– Na, di vî derbarî de tu fikarên wî (Eric Holder) tunebûn. Em gîhan wê qeneetê ku hevkarîyek me ya baş heye. Lê ji hêla din ve pêşkeftinên înternet û teknolojîya agahdarîyê (IT) gelekî lez e. Ji ber vê yekê sedem hene ku mirov nîqaş bike ka divê hevkarî li ser kîjin bingehê were saz kirin û ka çi cure qaîdeyên qanûnî pêwîst in. Beatrice Ask hêvî dike ew hevkarîya baş ya navbera herdû welatan berdewam be.

Lê ji hêla din ve Beatrice Ask dibêje ew û Eric Holder li ser rewşa sazûmankarê Wikileaksê Julian Assange neaxivîne.

Wezîrê edaletê yê amerîkî dê piştî serdana Swêdê derbasî Polonyayê bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".