Thomas Rudin. Wêne: Helen Ling/SR.
THOMAS RUDIN (S)

"Problema min bi alkolê re heye"

Sîyasetvanê şaredarîya Stockholmê yê sosyaldemokrat Thomas Rudin ku ji ber dizîkirina şûşeyek whisky ji Systembolagetê doz lê hatîye vekirin îro dibêje problemên wî bi alkolê heye û ewê ji bo demekê xwe nexweş binivîsîne. Thomas Rudîn, ku endamê muxalif yê rêvebirîya şaredarîya Stockholmê ye nizane ka dê partîya wî li beramberê rewşa rû daye çi helwest bigire.

Lê sekreterê şaredarîyê yê sosyaldemokratan Olle Burell bi daxûyanîyek da zanîn ku dê partî di pêvajoya nexweşîya wî de bi her awayî piştgirî bide Thomas Rudin. Bi ya Olle Burell gava ku Thomas Rudin avêtîye û problemên xwe yên bi alkolê re aşkere kirîye gavekî mezin e û ew wî destek dikin.

Thomas Rudin roja şemîya derbasbûyî li Systembolaget a taxa Farstayê bi şûşeyek whisky di bin çengê wî de hatibû girtin.

Rudin qebûl dike ku wî şûşeya bi buhaya 502 kronî bi xwe re birîye lê dibêje ji ber bi stres bû jibîrkirîye pareyê wê bide. Lê dema ji kasayê re derbas bûye pareyê dido şûşe vexwarinên bêyî alkohol dabû.

Rudin ji rojnama Aftonbladet re dibêjê, ”ji şerman rûyê min di erdê re diçe”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".