Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaîdeyên berdana bi şert tundtir bikin

Ji bo berdana ji zindanê piştî kişandina ji sisîyan didûyê cezayê piranîya partîyên li parlamentoyê dixwazin şertên tundtir li ser tewankaran ferz bikin. Weke mînak, heger tewankarên sûcên cinsî tevlî programên îslahkirinê nebin dê temamîya dema cezayê xwe razin.

Îro qaîdeyek bingehîn e ku tewankar piştî sisîyan didûyê cezayê xwe bi şert werin berdan û di bin çavdêrîyê de li derve bin.

Heta niha Partîya Gel û Demokratên Swêdê vê pêşnîyazê dikirin, lê niha her weha Sosyaldemokrat, Xiristîyanên Demokrat û Partîya Navendê jî dixwazin qaîde tundtir bikin.

Caroline Szyber berdevka sîyaseta dadmendîyê ya Xiristîyanên Demokrat e û ew dibêje kesên tevlî programên îslahkirinê nabin nîşan didin ku ew ne li ser rêyek rast in û divê neyên berdan.

Partîya moderat ji bo guhertina qaîdeyan ne xwedï pêşnîyazekê ye. Her weha ne Partîya Jîngehê jî ku ji hêla din ve dixwaze tevlîbûna programên îslahkirinê ji bo tewankarên sûcên cinsî mecbûrî be. 

Nîqaşa berdanê hefteya derbasbûyî geş bû. Ji ber ku dîyar bû şefê berê yê polês Göran Lindberg ji ber sûcê xwe yê cinsî piştî sisîyan didûyê cezayê xwe hatîye berdan, tevî ku tevlî tu bernameyek îslahkirinê nebûye û Daîreya lênêrîna tewankaran di derbarê wî de gihabû wê qeneetê ku rîsk heye carek din bi heman sûcî rabe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".