Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Volvo 4 400 kes ji kar davêje

Şîrketa AB Volvo îro rapora xwe ya demsalê aşkera kir û pê re ragihand ku bi armanca kêmkirina mesrefên xwe ew dê 4400 kes ji kar derxînin. Lê hêj ne dîyar e ka dê çiqas ji vana li Swêdê ji kar werin avêtin, lê tê bawerkirin dê hejmarek zêde karên xwe wenda bikin.

Sebeb ew e ku Volvo qezenceke baş nake û ji ber vê hewl dide aborî bi derxistina ji kar û kêmkirina mesrefan baş bike. Hîseya şîrketê sala çûyî bi sedî deh daket, tevî ku borsa Stockholmê bi gîştî bi sedî 23î bilind bû.

Volvoyê sala derbasbûyî modelên nû yên kamyonan derxistin bazarê û niha dest bi firotina wan kirine. Midûrê gîştî yê Volvoyê Olof Persson dibêje wan hilberîna modelên nû yên kamyonan temam kirine û ji ber vê yekê bi qasî berê pêdivîya wan bi personel nîn e.

Piştî dîyarbûna rapora demsalê û agahîya ji derxistina kar ya 4 400 kesî qîmeta hîseya AB Volvo lastvagnar li borsaya Stockholmê bi sedî çar zêde bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".