Şebeka avê ya Östersundê ku parazîta Crypto-sporidium lê hatibû dîtin. Wêne: TT.

Östersundê ji doza parazîtê berat kir

Şaredarîya Östersundê ji doza tewankarîya jîngehî berat kir. Sê sal berê di şebeka avê ya Östersundê de parazîta Crypto-sporidium hatibû dîtin û di encamê de 30 hezar mirovên li bajêr bi nexweşîya zik ketibûn û niştecihên bajêr neçar bûbûn ku sisê meh ava xwe bikelînin. Doza ku li hemberî bajêr bi dayîna cezayek şeş milyon kronî hat vekirin îro li dadgeha destpêkî bi encam bû.

Şaredarîyê berat kir, ji ber ku nikarîbû were îspatkirin ku mirovê berpirs li şaredarîyê bi sûcek rabûyê.

Şaredarîya Östersundê di parastina xwe de got zaniyarîyên li derbarê parazîtên di avê de li Swêdê gelekî kêm e. Û ji ber vê ew nikarîbûn texmîn bikin ku dê ev belav bibe. Ev cara yekem bû ku parazît di ava saf de li Swêdê belav bûbû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".