Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Serokê LOyê Karl Petter Torvaldsson Stefan Löfven hembêz dike û di xwaze hikûmetek bi rêberîya Sosyaldemokratan li ser kar bibîne. Wêne: Claudio Bresciani/TT.

Banga LO li endaman: Deng nedin SD!

Konfederasyona sendîkayên karkeran LO bi daxwazên ji bo herkesî kar, jîyanek xebatê ya bi ewle û refahek pêşketî kampanya xwe ya ji bo hilbijartinên Swêdê da destpêkirin.

LO dixwaze piştî hilbijartina meha îlonê hikûmetek di bin rêbertîya sosyaldemokratan de were ser kar.

Lê sosyaldemokrat û LO di hemû pirsan de ne hemfikir in. Weke mînak, sosyaldemokrat dixwazin hedefa zêdehêştina pare di kasaya dewletê de biparêzin, lê LO daxwaz dike ku ev hedef ji bo demeke berwext were betalkirin.

Serokê LO Karl-Petter Torwaldsson dibêje ew dixwazin pareyê zêde razînin projeyên nû ku kare bêtir derfetên kar peyda bike. Lê li ser zêde jî dike ku yê dikeve hilbijartinê ne LO ye lê sosyaldemokrat in û hêvî dike di hîn pirsan de li hev bikin:

Meseleyeke din ku dê LO di kampanya xwe de derxîne pêş ew e ku endamên wê dengê xwe nedin partîya Demokratên Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".