Ji bo metro baca rê bilind dibe

Hikûmet pêşniyaz dike ku baca rêyan ya li parêzgeha Stockholmê were bilindkirin û her weha baca rê deynin ser Essingeleden jî. Mîktara gîştî ya rojane dê ji 60 kronî were bilindkirinê 105 kronî.
Her weha baca rêyên navenda bajêr jî dê werine bilindkirin. Tarîfên nû dê ji sala 2016’an ve derbas bibe.
Hikûmet pêşniyaz dike ku baca rêyan ya li parêzgeha Stockholmê were bilindkirin û her weha baca rê deynin ser Essingeleden jî. Mîktara gîştî ya rojane dê ji 60 kronî were bilindkirinê 105 kronî. Her weha baca rêyên navenda bajêr jî dê werine bilindkirin. Tarîfên nû dê ji sala 2016’an ve derbas bibe.
Piştî ku rêya Förbifart Stockholm di sala 2022 de hat vekirin dê baca rê ya li Essingeleden were nizimkirin.
Sebebê vê bilindkirina baca rê, ku jê re dibêjin Trängselskatt, lihevkirinek navbera dewletê, parêzgeha Stockholmê û şaredarîyên Nacka, Solna û Järfällayê ya ji bo avakirina xetên nû yên tunnelbanayê ye.
Bilindkirin û ferehkirina baca rê awayekê fînansekirina xetên nû yên tunnelbanayê ye.