Göran Hägglund (KD)

Romanya mesrefa hemwelatîyan bide

Wezîrê karûbarên civakî Göran Hägglund balyozê Romanyayê vexwendîye hevdîtinek bi armanca ku ji wan daxwaz bike ku pareyê lênêrîna nexweşîyê yê hemwelatîyên xwe yên li Swêdê bide. Televîzyona Swêdê aşkere kiribû ku gelek ji wan kesên ji Romanyayê, ku piranîya wan qereçî ne, bêyî karta sîgortayê têne Swêdê û li vir yan li kar digerin yan jî destê xwe vedigirin.

Lê ji ber ku karta wan a sîgorta nexweşîyê ji Romanyayê tune ye û pareyê wan bi xwe jî tune ye gelek caran fatora lênêrîna nexweşîyê ya wan li Swêdê tê birîn.

Hägglund ji Romanyayê daxwaz dike ku karta sîgortayê bide hemwelatîyên xwe û her weha mesrefa ku li Swêdê çêdibe bigre ser xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".