Li 100 şîrketan çavdêrîya yeksanîya destheqê

Ombudsmanê li dijî cûdakarî (DO) dê çavdêrîya 100 şîrketên prîvat bike û lê bikole ka gelo maaşên (destheqên) xebatkaran li ser bingehê yeksanîyê tê dayîn an na.

Şefê beşa çavdêrîyê yê enstîtûyê Peter Tai Christensen dibêje îstatîstîkên ji Enstîtûya Navbeynkarîyê nîşan didin ku ferqeka herî mezin ya navbera maaşên zilam û jinan li şîrketên prîvat e. Ew karbidestên dê çavdêrîya wan bê kirin ji branşên cûda ne, lê alîyê wan ê hevbeş ew e ku piranîya xebatkarên wan karmend in. Û her weha asteke bilind ji xebatkaran jî li derveyê welêt hatine dinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".