Alîkarîya aborî ya Swêdê bi taybetî jî ji bo xwendin û perwerda keçikan e. Wêne: Patrick Baz/TT.

10 mîlyar ji bo Afghanîstanê

Swêd ji bo deh salên pêş me dê her sal nêzî milyarek kron alîkarîya aborî bide Afghanîstanê. Wezîra alîkarîya derveyê welat Hillevi Engström şert danîye ku Afghanîstan projeyên alîkarîyê pêk bîne û dibêje dê Swêd çavdêrîya vana bike.

Hillevi Engström ku ji serdanek sisê rojan li Afghanîstanê vegerîya got wê bi hikûmeta afghanî daye famkirin ku ew alîkarîya ku Swêd dişîne gereke ji bo armancên xwe were bikar anîn. Ev jî xurtkirina perwerdeyê û bi taybetî jî çûndina dibistanê ya keçikan e, pirsên demokrasî, yeksanî û lênêrîna tendrûstîyê jî hedefên din yên projeyên alîkarîyê yên Swêdê ye, dibêje Hillevi Engström.

Sebebê ku Swêd dê alîkarîyek ewqas mezin bide Afghanistanê ew e ku ev yek ji welatên herî xizan yê cîhanê ye. Alîkarîya Swêdê demdirêj e bi ya Engström lê ne bê şert û qeyd e:

– Me ev alîkarî bi şertan ve girêdaye. Afghanîyan her weha peymanek jî bi me re îmze kirine û sozê didin ku ev alîkarî encam bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".