Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Zaman bû xwedan du xelatên Dragon Award

Hat weşandin fredag 7 februari 2014 kl 16.23
"Min bawer nedikir careke din vê xelatê werbigirm"
7:54 min
Derhêner Hisham Zaman di Festîvala Navneteweyî ya Filman ya Göteborg de. Wêne:Pamela Cortes Bruna. Press/giff.

Ev cara duyemîn e ku derhêner Hisham Zaman hêjatirîn xelata filman di Festîvala Navneteweyî ya Filman ya Göteborg de werdigire. Duemîn filmê wî yê sînemayî yê dirêj “Letter to the king”, ango “Name ji bo şah”, di dawiya heftiya derbasbûyî de xelata Dragon Award ya baştirîn filmê welatên bakûrî wergirt.

Filmê “Name ji bo şah” derbarê komekî penaberên kurd li Norwecê ye ku ji kampa penaberan bi rê dikevin û têne peytext Osloyê. Li wir penaber daxwazên xwe yên dawî bi rêkirina nameyekê ji şahê norwecî re pêşkêş dikin.

Hisham Zaman ku îro li Nowêcê dijî beriya sala par bi filmê xwe yê bi navê “Before snowfall”, ango “Beriya berif bibare” beşdarî heman pêşberkeyê bû û xelata baştirîn fiolmê welatên bakûrî wergirt.

Ji Zayele re Hisham Zaman dibêje, tiştekî zêde mezin û hêja ye ku derhênerek di heman pêşbirkeyê de du salan li ser hev xelateke wisa ciwan û hêja werbigire. Ji ber vê yekê jî ew hîna bi ser hişê xwe ve nehatiye û dibêje ku hesteke seyr û suriyalîst e.

Lê Zaman eşkere dike û dibêje ku ew ji nuha ve amadeyîya proje yan jî filmê xwe yê sînemayî yê sêyem dike û li gor wî dê vê carê filmek ji filmên wî yên din cuda be.

Ji berhemên Hisham Zaman hem kurtefilm û filmên sînemayî ango yên dirêj beşdarî gelek festîvalên cuda yên cîhanî bûne, wekî Bawke, Vinterland/Welatê zivistanê, Before snowfall/Beriya berif bibare û nuha Letter to the king/Name ji bo şah.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".