Polês bawer dike xemsarîya xebatkarek bû sebeb ku gur lênêrek bikûjin. Wêne: Fredrik Sandberg/TT.

Guran ji ber sersarîyê jinê kuştin

Ji ber kuştina xebatkarek li parka heywanan ya Kolmårdenê ji alîyê guran ve di derbarê mirovekî de bi şika ku sûc kirîye lêpirsîn hat destpêkirin.

Kesê şika sûc jê tê kirin jî xebatkarê parka heywanan e. Polês naxwaze bibêje ka çi bûye sedemê ku ji wî kesî şik tê kirin.  Lê wisa tê bawerkirin ku binpêkirina qaîdeyên jîngeha kar yek ji faktorên sebebbûna mirina mirovekî din e. Vê yekê polêsê li Östergötlandê ji rojnama Expressen re dibêje.

Xebatkara jin ya parka heywanan sala 2012’an de dema li nav bexçe de bi tenê bû ji aliyê guran ve hatibû kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".