Goştê hespan sala çûyî di xwarina lasanyayê de hatibû dîtin. Wêne: TT.

YE ji skandala goştê hespan re çavên xwe digire

Salekî piştî skandala goştê hespan rêxistina mesrefkaran  BEUC rexneyên giran li Yekîtiya Ewrûpayê digirin ji ber ku ew naxwaze li beramberî sextekarîya xwarinê tu tedbîran bigire.

Rexistin dibêje Komîsyona Ewrûpayê ji sanayîya xwarinê re serî tewandîye û naxwaze ferz bike ka xwarina hatîye îmalkirin were morkirin ji ku deverî hatîye.

Ji hêla din ve çend welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî kêmtir pare ji bo xebata kontrolkirina xwarinê vediqetînin.

Salek berê dîyar bûbû ku goştê herzan yê hespan weke goştê bûya yê çêleka hatîye firotin.

Girêdana van sextekaran bi şîrketên li Swêdê re jî hebû û her weha aşkera bûbû jî ku goşt ji wan hespan hatîye ku bi dermanan hatine xwedîkirin, dermanên ku zerarê dide însanan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista