Mesrefa refahê tu car bi qasî niha zêde nebûye

Gelek caran gazinc tên bihîstin ku refaha Swêdê di talûkê de ye. Û li gorî lêkolînek ku hatîye kirin tenê ji sedî 10ê swêdîyan di wê bawerîyê de ne ku herî zêde di dema me de ji bo refahê pare tê serfkirin.

Nêzî nîvê xelkê Swêdê di şûna wê de bawer in mesrefa ji bo refahê herî zêde di salên 1980- û 1990î de bû.

Heger hun jî wiha difikirin wê demê hun şaş difikirin.

Ji ber ku lêkolînek ku Rêxistina şaredarî û parêzgehan SKL nîşan dide ku pareyê ji bo dezgehên refayë yên wekî lênêrîna tendrûstîyê, dibistan û xizmetên civakî ji sala 1980yî ve bi sedî 68 zêde bûye. Di heman demê de nifûs bi sedî 15 zêde bûye û hejmara extîyaran jî bi sedî 16 zêde bûye.

Yanî butçeya refahê bi awayeke gelek xurt zêde bûye, bi ya SKL.

Her weha Enstîtûya Konjukturê jî vê pêşkeftinê piştrast dike û dibêje sebebek vê bilindbûna maaşan e, ji ber  ku di nav heman demê de hejmara xebatkarên sektora fermî zêde nebûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".