Lêkolîn li ser bingehê xwîngirtina ji 10 000 zarokan hatîye kirin. Wêne: Ekot.

Stres zarokan nexweş dixe

Streseke demdirêj ya di nav malbatekê de dikare ragirtina zarokan ya li hemberî bakterî û vîrusê qels bike. Ev, encama lêkolîneke nû ye ku li Zaningeha Jönköpingê hatiye kirin, radighîne nûçeyên radyoya Swêdê Ekot.

Lê stresa ku behsa wê tê kirin, ne stresa rojan e ye, ku bi birin-û-anîna zarokan ya zarokxane û dibistanê  re peyda dibe.

Stresa ku yek ji lêkolîneran, Maria Faresjö behsa wê dike, weke mînak mirina xizmekî nêzîke e yan jî dê û bavekî ku demeke dirêj bêkar dimîne û ev dibe sedema krîz û xemgînîyê li malê.

Lêkolîn li ser 10 hezar zarokan hatîye kirin û encamên analîzên xwîna ji zarokan hatîye girtin nîşan didin ku ew zarokên ku bi stresa demdirêj jîyane hêsantir bakterî û vîrûs werdigirin û nexweş dikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista