Vekolerê taybet yê hikûmetê Leif Lewin rapora xwe ya li ser dibistanan eşkere kir. Foto: Vilhelm Stokstad/Fredrik Sandberg/TT

”Sedema binkeftina perwerdeyê şaredarî ne”

Berpirsiyartiya Dibistanan
6:12 min

Di destpêka salên 90î de berpirsiyartiya perwerdeyê dewrî şaredariyan hate kirin. Bi vê guhertinê re rewşa dibistanan xerabtir bû û niha ya herî girîng ku divê bê kirin xweşkirina şertên mamosteyan e. Ev encama raporeke nû ya li ser xwendegehan e.

– Tişta herî girîng di xwendegehê de mamoste ne, lê di emel de belediyan nîşan nedane ku ew vî fikrî parve dikin. Miaşê mamosteyan xerabtir bûye. Gava mirov bi karmendên din yan bi mamosteyên welatên din re dide ber hev karê wan yê pêşvebirinê xerabtir bûye. Lê dîsa jî barê wan hatiye girantirkirin.

Carê perwerde û dibistan aydê dewletê bûn, lê wî çaxî hin kêmasî dihatine dîtin û ji bo baştirkirina perwerdeyê berya 20 salan berpirsiyartiya perwerdeyê dewrî şaredariyan hate kirin. Lê rewş baştir nebû, berevajî her ku çû kalîteya perwerdeyê bêhtir daket û li gor rapora dawî ya PISA perwerdeya Swêd vêga di rewşeke berbat de ye.

Derheqê vê rewşa xerab de mixalefet hikûmeta ku ev heşt salin li ser desthilatdariyê ye gunehbar dike, lê hikûmet û wezîrê perwerdeyê guneh davêjin stuyê reformên berê.

Bi nêrîna vekolerê hikûmetê yê taybet Leif Lewin jî pirsgirêk ne ya van çend salên dawî ye û destpêka pirsgirêkê dewrkirina berpirsiyartiya perwerdeyê ye.

Leif Lewin dibêje gava di destpêka salên 90î de berpirsiyartiya dibistanan ji dewletê dewrî şaredariyan hate kirin gelek mamoste li dijî guhertinê bûn û reform ne bi dilê wan bû. Ev dijderketin bi xwe li gor Lewin bû yek ji sebebên girîng ku reform bi ser nekeve.

Sedemeke din ya bingehîn ew e ku Dezgeha Giştî ya Dibistanan (Skolverket) têr destek nedaye şaredariyan.

Yên ku berya 20-25 salan ev reform pêk anîn Sosyaldemokrat bûn, lê bi guhertinê re hin navgînên îdarekirinê jî dihatine ferzkirin. Paşê hikûmeta burjuva ev navgîn jî rakirin û vê jî rê li ber xerabbûna perwerdeyê û rewşa mamosteyan ya îro vekir. Lewra bi nêrîna Leif Lewin gunehkar herdu terefên sîyasî ne.

Meseleya perwerdeyê pirseke germ ya sîyasetê jî ye. Li gor lêkolîneke ku DN/Ipsosê halê hazir pirsa herî girîng ji bo hilbijêran jî meseleya perwerdeyê ye.

Leif Lewin bi xwe eşkere nabêje bê ew alîgir e dewlet cardin berpirsiyartiya sereke bigre ser xwe yan na, lê dibêje divê rewşa mamosteyan were baştirkirin û nabe ku dewlet dev ji berpirsiyartiya xwe berde.

Ji aliyê sîyasî ve Partiya Gel, Partiya Çep û Demokratên Swêdê dixwazin ku berpirsiyartiya perwerdeyê dîsa dewlet bigre ser xwe, lê herdu sendîkayên herî mezin yên mamosteyan Yekîtiya Mamosteyan û Federasyona Mamosteyan ne yekfikirin.

Bo Jansson serokê Federasyona Mamosteyan (Lärarnas Riksförbund) e.

– Berbiçav e ku ev encam nêzîkê xeta Federasyona Mamosteyan e ku berpirsiyarê sereke divê weere guhertin. Berpirsiyartiyeke netewî ya civandî  ji xwendegeha Swêdê re pêwist e. Ji dêla ku bi rêyên neyekser pereyan bide dewlet dikare rasterast bi awayekî netewî dibistanê fînanse bike, girîngiyê bide miaşê mamosteyan, xweşkirina şertên wan û guhertinên pêwist dewlet yekser bike.

Eva-Lis Sirén seroka Yekîtiya Mamosteyan hemfikir e ku di baştirkirina rewşa dibistanan de şaredarî bi ser neketine, lê dibêje ya ku niha divê bê kirin ne reformeke nû ya mezin e ku cardin berpirsiyartî dewrî dewletê bê kirin. Seroka Yekîtiya Mamosteyan dibêje:

– Niha divê em giraniya xwe bidine ser guhertinên berdest û berbiçav. Ev çi ne? Bilindkirina miaşê mamosteyan e, zêdetir wext divê bidine mamosteyan û derfetên wergirtina piştgiriya dewletê ne. Divê mirov bala xwe bide ser van tiştan, ne ku mirov bikeve riyeke şaş û keleman bavêje pêşiya xwe. Van guhertinan mirov dikare niha bike, bê ku berpirsiyarê sereke biguhere.

Li ser van gotinên Eva-Lis Siren, Bo Jansson dibêje siyasetmedarên parlamento, wîlayet û gelek şaredarî hemfikir in ku ev guhertin divê bibin, lê di rastiyê de ew nabin ji ber ku li seranserê Swêdê dibistan aydê 290 wezîrên cuda ne, ango her şaredariyek li gor xwe biryarê dide bê pereyên xwe çawa xerc bike.

BESIR KAVAK
Besir.Kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".