Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mercên pêşî yên xisaretdanê ji karmendê dadwerî yê bilind re tên şandin

Hat weşandin torsdag 13 februari 2014 kl 10.54
Îro SIN biryar da ku mercên xesaretdanê yên pêşî ji karmendê dadwerî yê bilind re bişîne.

Dora 600 hemwelatiyên swêdî peywendî bi komîsyona ewlekarî û entegrîteyê, SIN, re danîne û pirsîne eger navên wan di lîsteya neyasayî ya qeyda navê romaniyan li ba polîsê Skåne heye. Îro SIN biryar da ku mercên xesaretdanê yên pêşî, ku dora 50 ne, ji karmendê dadwerî yê bilind yê dewletî re bişîne.

-Sigurd Heuman, serokê komîsyona ewlekarî û entegrîteyê, SIN dibêje ku em dê di cîvîna îro de biryarê werbigirin ku hejmareke mezin ji daxwaznameyên xisaretdanê ango tezmînatên kesên serbixwe bişînin.

Sigurd dibêje wekî cara pêşî dê dora 50 rewşên xisaretdanê bişînin . Ew daxwaznameyên ku giheştine komîsyona ewlekarî û entegrîteyê, SIN. Komîsyon jî li van daxwaznameyan nerî ye û li gor nirxandinên komîsyonê ev kesana karin xwedanê xisaretdanê.

Nuha dê karmendê dadwerî yê bilind rewşan van kesan binirxîne û lê binere eger mafê wan yên wergirtina tezmînatan heye yan na. Karmendê dadwerî yê bilind ku bi swêdî jê re dibêjin Justitiekanslern, JK, bi xwe nûnerê hikûmetê yê herî bilind e û rola wî/wê ku karê dezgeh û dadgehan bişopîne. Herweha divê azadiya derbirînê, entîgrîteya kesî û ewlekariya dadwerî di kar û çalakiyên giştî de biparêz e.

Ta nuha hejmareke baş mezin ji rewşên daxwaza xisaretdanê ji ber qeyda navan di lîsteya polîsê Skåne de, gihiştine destê dezgehê, lê ji nuha û pê de dê dext li ser wan gelek be.

Karmenda dadwerî ya bilind, Anna Skarhed dibêje em hîna nikarin bi dirustî bêjin bê lênerîna van rewşan dê çend demê bikişîne:

-Kare wisa bibe ku em bi pêwîstiya demke dirêjtir bibin da ku em karê xwe bi awayekî yasayî yê ewletir pêk bînin, ku li hemûyan bi heman awayî û wekî hev bên nerîn. Lê modêleke din, bêgûman ew e ku em dest bi karê lêhûrnerîna van rewşan nû bikin yên li ser hev û bi lez digihêjin me. Wê demê bi tevahî derbarê çend mehan e ji bo temamkirina karê lêhûrnerînê wan.

Herçend ku dora 400 kesî berê xwe dane SIN, komîsyona ewlekarî û entegrîteyê, her ew beşekî biçûk in ji wan 5000 kesên ku navên wan di lîsteya navên romaniyan ya li ba polîsê Skåne de qeydkirî ne. Ew bêbawerîya ya ev qeyda navan li ba gelek romaniyan li Swêdê saz kiriye hiştiye ku gelek ji miletê romanî newêribin serî li mafê xisaretdanê bidin.

Lê serokê komîsyona ewlekarî û entîgrîteyê, Sigurd Heuman, dibêje ku hîna jî ji yên daxwaza mafê wergirtina xisaretdanê nekiribin, ne dereng e û ew karin peywendiyê bi dezgehê re deynin:

-Ev kara kare di demeke dirêj de berdewam bike. Me li ba xwe qeyd kiriye û ji ber wê jî em karin kontrolên xwe bikin. Û em dê vê qeydê li ba xwe bihêlin ta karê me bi wê nemîne, da ku ev kesana xisaretdan ango tezmînatên ji mafê wan e werbigirin.

Rola karmendê dadwerî yê bilind, JK, di rewşa qeyda navên romaniyan ya li ba polîsê Skåne de mezin e. Ew e yê xisaretdana hember dewletê bi qayde dike, ew xisaretdanên ku JK li wan diner e ew in yên beriya hertiştî li ser bingehê ku dezgeheke dewletî biryarên şaş wergirtine, hatine danîn.

Ev qeyda navan ya polîsê Skåne ji aliyê komîsyona ewlekarî û entegrîteyê ve wekî karekî neyasayî hatiye nirxandin û ji ber wê jî imkan heye ku ew kesên navên wan qeydkirî ne daxwaza xisaretdanê ango tezmînatan li ba karmendê dadwerî yê bilind, JK, bikin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".