Bertil Enevåg Ericson/Fredrik Sandberg/TT
Hikûmet ê îro pêzniyaza xwe teslîmî encûmena şêwirmend a qanûnan bike. Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Fredrik Sandberg/TT

Qanûna li dijî zewaca bi zorê tê jidandin

"Divê kes bi zorê neyê zewicandin."
5:15 min

Hikûmet dixwaze bi qanûnên nû yên jidandî zewaca bizorê û zewaca zarokan ji holê rake. Wezîra dadê Beatrice Ask û Wezîra wekheviyê Maria Armnholm  ev yek di rojnameya DNê de eşkere kirin. Radyoya Swêdê li ser mijarê bi lêkolîner Haideh Daragahi re axivî.

Haideh Daragahi  lêkolînera dîroka bîr û baweriyê û ravekera civakê ye. Ew dibêje ev qanûna nû  ji bo keçên ku vêga di bin tehlûkeyê de ne pirr girîng e û li ser xêrê were. Lê divê li ser pêşlêgirtinê xebat werine kirin da ku qanûneke wiha hewce neke. Qanûneke bêzanyarî bême’ne ye.  Divê bi agahîdanê mirovên li Swêdê fêm bikin ku zewaca zarokan nerast e.

Hikûmetê herwiha bi komeke kompetensê re jî têkilî pêk aniye. Ev kom ji birêvebirina parêzgeha Östergötalandê ye û dê li dijî zewaca bizorê û herwiha li ser zordestiya ji ber namûsê kar bike. Kom dê bi kes û daîreyên resmî yên ku li ser vê meseleyê dixebitin re jî hevkariyê bikin da ku karibin pêşî li bûyerên wiha bigirin û herwiha rewşên acîl çareser bikin.

Li gorî pêşniyaza hikûmetê qanûneke ku zewaca bizorê qedexe dike dê were çê kirin. Jixwe îro  karên weke zewaca bizorê neqanûnî ne, lê vêga qanûn dê pirrtir were jidandin. Eger kesek ji rewşa kesan a xerab îstifade bike û wan bi zorê bide zewicandin dê sûcdar were dîtin. Ango êdî ji bo sûcdar dîtinê tenê li kirinên berbiçav nagerin. Kesên sûcdar bin dê heta 4 salan werine mehkûm kirin.

Haideh Daragahi dibêje pirrê caran ev zordestî jixwe ne berbiçav e û malbat bi zorlêkirinên prîkolojîk an jî bi xapandinan vî karî dikin. Lê vêga ev qanûn êdî yê karibe bigihîje rewşên wiha jî.

Daragahi berdewam dike, divê zewicandina zarokeke negihiştî ya bi bertîldan an bi darê zorê neqanûnî be. Keçik fêm nakin ka zewac çi ye, ew dibêjin qey ev partiyeke. Malbat jî wan bi cil û bergên xweşik û bertîlan dixwapînin, ew dibêjin ev weke lîstikekê ye.

Tê pêşniyaz kirin da ku sînorê emrê zewacê bibe 18 sal. Herwiha îmkana izna zewacê ya taybet ku ji bo kesên ji 18 salî biçûktir dê were rakirin. Îro di hin rewşên weke bihemlebûnê de izneke taybet a zewacê ji bo kesên ji 18 salî biçûktir kare were standin. Li gorî Deragahî ji holê rakirina vê îmkanê jî pirr baş e û divê mirov di rewşên wiha de li gorî bingehê kesan ê kulturî jî qeraran nede.

Daragahi dibêje di civakekê de ku dayikên bi tena serê xwe dikarin ji heqî xwe derkevin , divê ji tiştên wiha nayê tirsîn. Ne tenê keçikên bikokên xerîb, lê keçikên swêdî bi xwe jî karin bi zorê werine zewicandin.

Li gorî vê qanûna nû ya jidandî zewaca zarokên biçûk ku li derveyî welat hatiye kirin jî dê li Swêdê neyê qebûl kirin. Herwiha zewaca biwekîl ango zewaca ku herdu alî nehazir in dê were qedexekirin.

Hikûmet ê îro vê pêzniyazê ji bo kontrolkirinê teslîmî encûmena şêwirmend a qanûnan bike. Li gorî pêşniyazê ew dixwazin herwiha şertên mehrkirinê jî bijidînin da ku îmkana zewaca ji 18 salî biçûktir ji holê rabe. Ji bo ku izna mehrê were dan, divê komeleyên dînî yên ku mirovan mehr dikin sond bixwin ku ew ê merasîm û dawetên neresmî pêk neyênin.

Daragahi dibêje di hin rewşan de zewaca dînî ango mehr tê kirin û ji bo ya resmî jî li disekinin heta emrê keçikê mezin dibe. Ew dibêje divê mehrkirinên dînî jî bi temamî  werine qedexekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".