Çendîn dezgehên polîs tên çavdêrîkirin
Hat weşandin torsdag 13 februari 2014 kl 15.31
Di civîna ku îro li dar ket de komîsyona ewlekarî û entegrîteyê, SIN, biryar da ku dê bi hûrî li karê dezgehên polîs li herêma Norrbotten, Västra Götaland û Östergötalandê binerin. Komîsyon di nameya xwe ya çapemenî de dinivîsîne ku ji bilî van, her herêmên din jî karin di pêştir de bên çavdêrîkirin.
Dema komîsyon li hemû 21 dezgehên polîs yên Swêdê nerî, qeydên din mîna qeyda navan ya ba polîsê Skåne peyda kirin.
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.