Wêne: Johan Nilsson /TT.

Şirketên sîgorteyan dixwazin saxtekariyan rawestînin

Şirketên sîgorte ango yên temînê dana pereyan qebûl nakin ji tirsa saxtekariyên gûmanjêkirî re. Li gor ragihandinên rojnameya Dagens Nyheter, bi taybetî dema derbarê siyareyên şewitî yan yên zerer lê kirî be wê demê peredan tên rawestandin.

Di 2012 de şirketên sîgorteyan qebûl nekirin ku dora 394 milyon kron pereyan bidin kiriyarên xwe yên serî li mafê sîgorteyê dabûn. Û sala piştî wê ev meblex bi 17 % bêhtir bû, giheşt 463 milyon kron, ev li gor raporek ji Larmtjänst ya xwedanê wê hemû şirketên sîgorte û temînan e.

Kesên genc yên di destpêka salên 1980 de jidayik bûne bi şeş carî bêhtir ji yên di salên 1940 de jidayik bûne tevlî karê saxtekariyê dibin, herçend ku ew xwedan sîgorte û temînên kêmtir in jî.

Ji aliyê cografiyayê ve her herêmên bajarên mezin in herêma Stockholm, Västra Götaland û Skåne yên herî bêhtir karên saxtekarî di wan de dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".